Tirkiye

Di xebatên lêgerîna keştiya wendayî ya di Gola Wanê de cesedê 5 kesan hat dîtin

Walîtiya Wanê daxuyand ku di encama xebatên lêgerîna keştiya wendayî ya di Gola Wanê de gihiştine cesedê 5 kesan ku tê nirxandin biyanî ne.

Ahmet Aydın  | 30.06.2020 - Rojanekırın : 01.07.2020
Di xebatên lêgerîna keştiya wendayî ya di Gola Wanê de cesedê 5 kesan hat dîtin

Van

Li Wanê keştiya ku beriya 3 rojan di nava golê de bi dûr ketibû û wendabibû di encama xebatên lêgerîn de gihiştin cesedê 5 kesan ku tê nirxandin biyanî ne.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê li taxa Altinsaça girêdayî navçeya Gevaşê 27ê hezîranê roja şembiyê saet derdora 22.00an 2 kes bi keştiya xwe di nava gola Wanê de bi dûr ketin û paşê îxbara wendabûna wan hatibû kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji aliyê Rêveberiya Ewlekariya Wîlayetê û Fermandariya Cendirmeya Wîlayetê ve ji asîmanan û bejayê ve hemû îmkan hatine seferberkirin û fealiyeta kontrol-lêgerîn hatibû destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama xebatên lêgerîna keştiya wendayî ya di Gola Wanê de gihiştine cesedê 5 kesan ku tê nirxandin biyanî ne.

Herwiha hat gotin ku li herêmê xebatên lêgerînê bi hemî îmkanan bi heman şêweyî tên domandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın