Tirkiye

Di Wezareta Karên Derva da operasyona dijî FETOyê

Di çarçoveya lêpirsîna FETOyê da der barê 249 şikbaran da ji ber sedema di ezmûnên hilbijartina xebatkarên Wezareta Karên Derva da bêrêtî kirine, biryara binçavkirinê hat dayîn

Türkan Tosun  | 20.05.2019 - Rojanekırın : 20.05.2019
Di Wezareta Karên Derva da operasyona dijî FETOyê

Ankara

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da der barê 249 şikbaran da ji ber ku di ezmûnên hilbijartina xebatkarên Wezareta Karên Derva da bêrêtî kirine, biryara binçavkirinê da.

Di daxuyaniya Serdozgeriyê da hat gotin di salên 2010, 2011, 2012 û 2013an da ji bo ku di Wezareta Karên Derva da xebatkar bên wezîfedarkirin ezmûnên Karmendiya Pîşeyê ya Namzedan hatine kirin. Endamên FETOyê di van ezmûnan da bêrêtî kirine û ji ber vê 5 lêpirsînên cuda hatine destpêkirin û hatiye tespîtkirin ku 275 kes piştî van ezmûnan di wezaretê da hatine wezîfedarkirin.

Hat gotin der barê 249 kesan da ji ber ku ByLock bikaranîne, bi telefonên biankesor va bi rêvebirên payebilind ên rêxistinê ra û endamên rêxistinê ra têkilî danîne û sextekarî kirîne biryara binçavkiriê hatiye dayîn.

Hat ragihandin navend Enqere li 42 bajaran operasyonên hevdem hatin destpêkirin û heta niha 91 kes hatine binçavkirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın