Di tetbîqata Tirkiye û Azarbaycanê da bi firoke û wesayîtên bizirx va operasyon hat kirin
Di tetbîqata eskerî ya hevpar a ku hêzên Tirkiye û Azerbaycanê li Azerbaycanê dikin da bi firoke, tank û wesayîtên bizirx va li hemberî hedefên dijmin ên temsîlî operasyon hat kirin.
Baki
Di tetbîqata eskerî ya hevpar a ku hêzên Tirkiye û Azerbaycanê li Azerbaycanê dikin da bi firoke, tank û wesayîtên bizirx va li hemberî hedefên dijmin ên temsîlî operasyon hat kirin.
Wezareta Parastinê ya Azarbaycanê dîmenên tetbîqatê weşand.
Di dîmenan da tê dîtin ku esker ji firokeyan berjêrî eraziyê dibin.
Bi piştgiriya tank û wesayîtên bizirx eskeran li hemberî mewziyên dijmin ên temsîlî operasyon kirin.
Li gor senaryoyê hin cihên stratejîk ji dijmin hat paqijkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin operasyona ku hêzên Tirk û Azerbaycanê bi hev ra meşandin bi serkeftî temam bû.