Di stargehên li Hekariyê da cebilxane, teqemenî û hin tişt hatin bidestxistin
Li Çûkûrca û Yuksekovaya navçeyên Hekariyê di stargehên encama operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê hatin tespîtkirin da teqemenî, cebilxane û amûrên jiyînê hatin bidestxistin.
Hakkari
Li Çûkûrca û Yuksekovaya navçeyên Hekariyê di stargehên encama operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê hatin tespîtkirin da teqemenî, cebilxane û amûrên jiyînê hatin bidestxistin.
Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku Fermandariya Cendirme ya Bajêr û Midûriyeta Ewlehiya Bajêr li dijî PKK/KCKya rêxistina terorê ya cudaxwaz ji bo tespîtkirin û rê li ber girtina xebatan operasyonên xwe bênavber didomînin.
Hat gotin ku di encama operasyonên li herêma Armûtluya ser navçeya Yuksekovayê û herêma Kavakliya ser navçeya Çûkûrcayê hatin kirin da 4 stargeh hatin tespîtkirin.
Di encama kontrolkirinê da ji stargehan 70 cebilxaneya antîtankê ya RPG-7ê, 77 guleyên sewqê yên RPG-7, pergala teqemeniya bidestçêkirî ya ji dûr va tê kontrolkirin, bombeya dest, 260 guleyên keleşa AK-47an, blokên pîlên ji bo teqemeniyê tên emilandin, xazên heste, bîdonên jelîkanê, siwanekên termal, cil û berg, kon, benzîn, mazot û gelek amûrên ji bo jiyînê hewce dikin hatin bidestxistin.
Hat gotin ku li herêmê operasyon dewam dikin.