Tirkiye

Di stargehên PKKê da teqemenî û hin amûr hatin bidestxistin

21.02.2020 - Rojanekırın : 23.02.2020
Di stargehên PKKê da teqemenî û hin amûr hatin bidestxistin

Mardin

Ekîbên Fermandariya Cendirme ya Bajêr a Mêrdînê di operasyona ku li gundewara Bagokê birin serî da di 2 stargehên aîdê terorîstan da 2 teqemeniyên bidestçêkirî yên li ber teqînê, amonyum nîtrat a ji bo teqemeniyê tê emilandin, tup û gelek amurên ji bo jiyanê hewce dikin, bidestxistin.

Ekîbên Fermandariya Cendirme ya Bajêr di çaroveya operasyonên "Dafik-1"î da li gundewara Bagokê operasyon bir serî.

Di encama operasyonê da stargeheke bi 5 menzel a ku qasî 35-40 mêtro di bin erdê da bû hat tesbîtkirin. Di şikeftan da 2 teqemeniyên bidestçêkirî yên li ber teqînê, amonyum nîtrat a ji bo teqemeniyê tê emilandin, 5 tupên mezin û gelek jî amurên ji bo jiyanê hewce dikin hatin bidestxistin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.