Önder Beyter
10 Adar 2019•Rojanekirin: 11 Adar 2019
Li Îpekyoluya navçeya Wanê di malekê da 7 kîlogram benîştê afyonê hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, ekîbên Şaxa Diîj Sûcên Narkotîk li ser îxbara ku li Taxa Bahçivanê di maleke li ser Kuçeya Zubeyde Hanimê da hişbir hatiye veşartin, çûn û li malê geriyan.
Di lêgerîna ku kûçika narkotîk "Şîla" jî hat emilandin da di hundirê 5 pakêtan da 7 kîlo û 40 gram benîştê afyonê ku di bin kuveta serşokê da hatibû veşartin, hat girtin.
Y.E. û S.E. hatin binçavkirin.