Di seferberiya avakirinê ya sedsalê da ber bi dawiyê va
Ankara
Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherankariya Avûhewayê ragihand ku di seferberiya avakirinê ya sedsalê da ber bi dawiyê va gihîştine, li Hatayê, dê 27ê Kanûna Pêşîn bi beşdariya Serokomar Recep Tayyip Erdogan merasima dawîn bê lidarxistin. Bi vê ra hejmara xanî û kargehên ku temam bûne dê bigihêje 455 hezar û 357an.
Li gorî daxuyaniya wezaretê di seferberiya avakirinê ya sedsalê da ber bi dawiyê va diçin.
Hat ragihandin dê bi merasima dawîn a ku bi beşdariya Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Hatayê, bê lidarxistin ewê hejmara xanî û kargehên ku temam bûne dê bigihêje 455 hezar û 357an.
Li Hataya ku di erdhejê da wêraniyeke mezin dît, dê li ser Cadeya Ataturkê ku bûye sembola jinûva avabûnê, bi sernava "Avakirina Sedsalê: Serkeftina Tirkiyeyê: 455 hezar Xanî Temam" bernameyek wê bê lidarxistin.
Di merasimê da bi girêdanên rasterast, ji Meletiyê û Adiyamanê radestkirina mifteyan bê kirin, li Enqereyê jî li Navenda Giştî ya Serokatiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) ji bo xanî û kargehên temambûyî pişk bê avêtin.
Di merasimê da, 157 veberhênanên temambûyî jî dê bikevin xizmetê. Ev veberhênan 84 avahiyên perwerdehiyê dihewîne û di nava wan da dibistanên seretayî û navîn jî hene.
Piştî merasima 27ê Kanûnê, ku dê nîşana temambûna seferberiya avakirinê ya sedsalê be, ewê hejmara xanî û kargehên ku temam bûne, bigihêje 455 hezar û 357an.
