VAN
Li Vanê di sala 2011an de erdhejek pêk hat û 644 kesan can da. Di duyemîn salvegera erhejê de ji bo bîranîna wan kesan 644 şax hatin danîn.
Di salvegera 2yemîn a erhejê de Walîtiya Wanê merasima bîranînê li dar xist.
Merasimê danê şeveqê li Herêma Pîşesaziya Organîzeyê (HPO) ya li ser rêbeja Van-Ercîşê hat lidarxistin. Ji bo 644 kesên ku di erhejên 23ê Cotmehê û 9ê Kanûnê de can dabûn, 644 şax hatin çikandin.
Waliyê Vanê Aydin Nezîh Dogan, alîkarê wî Mehmet Ozel, Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Peyamî Battal, Miftiyê Bajar Nîmetûllah Arvas, Midûrê Karên Av û Daristanê yê Bajêr Abdulcelîl Ozcan, Serokê HPOyê Necmettîn Çok û ekîbên xelaskirinê û gelek welatî beşdarî merasimê bûn.