Tirkiye

Di salvegera 50emîn ya mirina wî da Aşiq Weysel li Sêwasê li ser mezelê wî hat bibîranîn

Halife Yalçınkaya, Kemal Erdoğmuş  | 21.03.2023 - Rojanekırın : 22.03.2023
Di salvegera 50emîn ya mirina wî da Aşiq Weysel li Sêwasê li ser mezelê wî hat bibîranîn

Sivas

 Di salvegera 50emîn ya mirina wî da hozan Aşiq Weysel li Sîvrîalana gundê Şarqişleya navçeya Sêwasê li ser mezelê wî hat bibîranîn.

Wekîlê Waliyê Sêwasê Şakir Oner Ozturk di bernameya bîranînê da axivî û got ku Aşiq Weysel bi rehmet û minet bi bîr tînin.

Şakir Oner Ozturk diyar kir ji ber salvegera 50emîn ya mirina wî UNESCOyê sala 2023yan hildaye nava salvegerên bîranîn û pîrozkirinê û got ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo sala 2023yan biryarnameya "Sala Aşiq Weysel" îmze kiriye û weşandiye.

Wekîlê Waliyê Sêwasê Şakir Oner Ozturk destnîşan kir Aşiq Weysel weke hozanekî li dinyayê jî tê naskirin û wiha got, "Heyateke dijwar derbas kiriye. Di 7 saliya xwe da kor bûye û gelek êş kişandiye, lê dîsa jî bi dilê xwe dîtiye û weke şairekî gelek berhem li dû xwe hiştiye. Aşiq Weysel​​​​​​​ di berhemên xwe da daîma behsa biratî, yekîtî, tebîet û hevkariyê kiriye. Li ser vê helbest û sitran gotine. Di Aşiq Weysel da wekî ewledakî vê axê eşqa welat, dewlet û gelê Tirk jî pir zêde ye."

Rustem Şatirogluyê neviyê Weysel jî diyar kir, ew heta 11 saliya xwe li cem kalikê xwe mezin bû û wiha dewam kir, "Kalikê min mirovekî pir ken û henekhez bû. Ji bo min hem serbilindiyeke mezin e, hem kamraniyeke mezin e û hem jî berpirsiyariyeke mezin e ku ez neviyê Aşiq Weysel im. Gava kesên wiha li cem meriv bin, meriv wê kesayetiya nedîtî tam fêm nake û pê dernaxe. Gava wefat kir, min fêm kir ku ez ji kaniyeke çiqas mezin bêpar mam."

Piştî tîlaweta Qur'ana Kerîm a Miftiyê Navçeyê Tayyip Koçer, qurnefîl danîn ser merzelê Aşiq Weysel. Piştî bernameya bibîranînê ya li ser merzelê aşiq, endamên protokolê û kesên hazir çûn Muzeya Aşiq Weysel.

Wekîlê Qaymeqamê Şarkişlayê Muhammed Taha Buyukserin, Şaredarê Şarkişlayê Ahmet Turgay Oguz, hunermend, midûrên saziyan, neviyên Aşiq Weysel ên bi navê Cevriye Keçeci û Sebahattin Şatiroglu, keça wî Hayriye Ozer û şêniyên gund beşdarî bernameya bibîranînê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın