Tirkiye

Di sala nû ya perwerde û hîndekariyê da 184 milyon pirtûk wê li xwendekaran bê pere werin belakirin

Fatma Sevinç Çetin  | 08.09.2025 - Rojanekırın : 09.09.2025
Di sala nû ya perwerde û hîndekariyê da 184 milyon pirtûk wê li xwendekaran bê pere werin belakirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 23 salên dawî da 4 milyar û 320 milyon pirtûkên dersê bê pere li xwendekaran hat belakirin, di çarçoveya sala nû ya perwerde û hîndekariyê da ku îro dest pê kir jî 184 milyon pirtûk wê li xwendekaran werin belakirin.

Li gor daneyên Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB), di 2002yan da budçeya perwerdeyê 10,4 milyar lire bû, ji îsal pê va ev budçe derket 2 trilyon û 186 milyar lireyî.

Li gor daneyên OECDyê jî di nava budçeya qamûyê da para budçeya perwerdeyê ya Tirkiyeyê ji nîvendiya OECDyê zêdetir e.

Li Tirkiyeyê di sala perwerde-hîndekariyê ya 2002-2003yan da 43 hezar û 696 dibistan hebûn, di heyama 2023-2024an da ev jimar derket 75 hezar û 467an. Di heman heyamê da jimara polan jî ji 367 hezarî derket 743 hezarî.

Her wiha di encama polîtîkayên ku zarokên qîzîn teşwîqî perwerdeyê kirin da rêjeya çûyîna dibistanê ya zarokên qîz, derket ji sedî 88,71an.

- 184 milyon pirtûk wê li xwendekaran bê pere were belakirin

Li gor daneyên Wezaretê, di 23 salên dawî da bi tevahî 4 milyar û 320 milyon pirtûkên dersê bê pere li xwendekaran hatin belakirin.

Di çarçoveya sala perwerde û hîndekariyê ya 2025-2026an da ku îro dest pê kir jî 184 milyon pirtûk wê li xwendekaran werin belakirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.