Di rêya hawirdorê ya Bidlîs-Tetwanê da xebat dewam dikin
Bitlis
Di rêya hawirdorê ya Bidlîs-Tetwanê da ku Midûriya Giştî ya Rêbejan a Wezareta Gîhandin û Binesaziyê dest bi çêkirina wê kir, xebat dewam dikin.
Walî Ahmet Karakaya, Qaymeqamê Tetwanê Yîgît Yaşar Demirer û Midûrê Herêma 11emîn ê Rêbejan Demirhan Erol li herêma ku xebat lê tên kirin, tedqîqat kirin.
Fîrmaya ku rê çêdike der barê viyaduk, tunel û rê da agahî da Karakaya. Karakaya ji mensûbên çapemeniyê ra diyar kir ku li erdnîgariyeke dijwar xizmeteke rind bi lez û bez tê kirin.
Karakaya daxuyand ku xebat bê navber dewam dikin û wiha axivî, "Rêya hawirdorê ya Bidlîs-Tetwanê di navbera Wan û Diyarbekirê da ye û wê ji Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ra xizmetê bike. Dirêjahiya rêya hawirdorê nêzî 10,2 kîlomêtreyan e. Xebatên rêya hawirdorê ji zû da ye ku dewam dike. Ev xebat bi îhaleya îkmalê va bi lez û beztir bû. Di vê rêyê da du tunelên me hene. Tunelek êdî hat vekirin. Nîvekî zehftirê tunela ku em jê ra T2 dibêjin jî kuta bûye. Armanca me ew e ku em vê xizmeta rind di 2027an da kuta bikin û bi Bidlîsa bajarê me yê qedîm û navçeya me ya Tetwanê ya mirwariya rojhilatê bidin qezenckirin."
Karakaya destnîşan kir, di rêya hawirdorê da înşeata viyaduka ku wê li ser 4 lingan were çêkirin û 145 mêtre dirêjahiya wê ye jî dest pê kir, dora ji sedî 55ê projeya rêya hawirdorê pêk hatiye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
