Di roja 3yem a Eyda Qurbanê da 722 qezayên trafîkê çêbûn û 6 kes mirin

Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya ragihand ku di roja 3yem a Eyda Qurbanê da 722 qezayên trafîkê çêbûn û di encamê da 6 kes mirin.
Yerlikaya di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Di roja 3yem a Eyda qurbanê da 722 qezayên trafîkê çêbûn. Di van qezayan da mixabin 6 welatiyên me li cihê qezayê mirin. 1227 welatiyên me jî birîndar bûn."
Yerlikaya bangewazî kir ku rêgezên trafîkê bên cîbicîkirin û wiha got, "Bira xemgînî tevlî şadiya eydê nebe."
Yerlikaya destnîşan kir ku rojên erefe, în, şemî û yekşemê bi tevahî 2 hezar û 960 qezayên trafîkê çêbûn û di van qezayan da 32 welatî li cihê bûyerê mirin û her wiha 4 hezar û 817 welatî jî birîndar bûn.
Wezîr Yerlikaya her wiha destnîşan kir ku ekîbên ewlekarî û cendirmeyê ji bo ewlehiya welatiyan tedbîrên pêwîst sitandin û kontrolên xwe didomînin û wiha got:
"Di 4 rojên tetîla eydê da ekîbên me yên trafîkê milyonek û 912 hezar û 720 wesayît kontrol kirin. Kontrolên me ne ji bo miemeleyê ji bo astengkirina qezayan tên kirin. Em pabendî rêgezên trafîkê bin.
Wezîr Yerlikaya ji bo kesên di qezayan da mirin hêviya rehmeta Xwedê kir û ji bo birîndaran jî şifa xwest. Bira xemgînî tevlî şadiya eydê nebe. Ji bo welatiyên me yên mirin ez ji Xwedê rehmetê û ji bo birîndaran jî şifayê dixwazim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.