Di roja 2yem a Eyda Qurbanê da 683 qezayên trafîkê çêbûn û 9 kes mirin

Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya ragihand ku di roja 2yem a Eyda Qurbanê da 683 qezayên trafîkê çêbûn û di encamê da 9 kes mirin.
Yerlikaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der heqê qezayên trafîkê da yên li ser asta welêt di roja 2yem a Eyda Qurbanê da çêbûn, daxuyanî da.
Yerlikaya destnîşan kir ku 7ê Hezîranê roja Şemiyê 683 qezayên trafîkê çêbûn û di van qezayan da 9 kes mirin û her wiha 1143 kes jî birîndar bûn.
Wezîr Yerlikaya her wiha diyar kir ku roja erefeyê, rojên 1em û 2yem ên eydê bi tevahî 2 hezar û 238 qezayên trafîkê çêbûn, 26 kes li cihê qezayê mirin û her wiha 3 hezar û 590 kes jî birîndar bûn.
Yerlikaya bal kişand ku li pey 26 kesên wefat kirin, malbatên kezebşewitî man û wiha dewam kir, "Tikaya min ew e em pabendî rêgezên trafîkê bin. Bira şadiya me ya eydê tal nebe. Rê hene ku me bigihînin hev, ne ku me ji hev cuda bikin."
Yerlikaya her wiha destnîşan kir ku ekîbên ewlekarî û cendirmeyê ji bo ewlehiya welatiyan tedbîrên pêwîst sitandin û kontrolên xwe didomînin.
Wezîr Yerlikaya ji bo kesên di qezayan da mirin hêviya rehmeta Xwedê kir û ji bo birîndaran jî şifa xwest.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.