Tirkiye

"Di pêvajoya veguherîna teknolojiyê da em dixwazin bibin hilberînerê teknolojiyên nû"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Di pêvajoya veguherîna teknolojiyê da em naxwazin bibin bazara teknolojiyên nû em dixwazin bibin hilberîner."

Nihat Kavşut  | 21.09.2019 - Rojanekırın : 22.09.2019
"Di pêvajoya veguherîna teknolojiyê da em dixwazin bibin hilberînerê teknolojiyên nû"

Istanbul

"Di pêvajoya veguherîna teknolojiyê da em dixwazin bibin hilberînerê teknolojiyên nû"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Di pêvajoya veguherîna teknolojiyê da em naxwazin bibin bazara teknolojiyên nû em dixwazin bibin hilberîner."

Erdogan beşdarî Mihrîcana Esman, Teknolojî û Fezayê TEKNOFEST Îstanbulê bû ku bi pêşengiya Wezareta Teknolojî û Pîşesaziyê û Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (Weqfa T3yê) û alîkariya sazî û fîrmayên girîng yên Tirkiyeyê tê lidarxistin û Ajansa Anadoluyê (AA) Şirîkê Ragihandinê yê Global e.

Serokomar Erdogan der heqê TEKNOFESTê wiha got: "Ev platform di serî da ciwanên me nîşan dide ku gelê me bi îmkanên kêm dikare di warê teknolojiyê çi bike. TEKNOFESTê îsal bi 19 qadên pêşbaziyê, bi 6 sernavên nû, bi qederê 17 hezar û 400 tîm û 2 hezar fînalîst, 50 hezar serlêdanên pêşbaziyê û 10 hezar fînalîst û bi beşdariya 81 bajarên me û 122 welatî rekorek bi dest xist. Ji roja sêşemê vir va hejmara kesên hatine TEKNOFESTê ji 500 hezarî derbas bûye. Yanê ji sala par derbastir bûye. Înşellah em dixwazin bigihêjin milyonek."

Erdogan destnîşan kir wê Bernameya Lêkeolînerên Pêşeng ya Navneteweyî ku eleqeyeke mezin dît di pêşerojê da jî bidomînin.

Serokomar Erdogan diyar kir di pêvajoya veguherîna teknolojiyê da naxwazin bibin bazara teknolojiyên nû û got ku em dixwazin bibin hilberîner û wiha dewam kir: "Êdî em ê têra xwe bikin û hînî vê bibin. Her tişt bi xeyalê dest pê dike û wexta xeyal û bawerî tên cem hev serkeftin çêdibe. Bi salan nehiştin wek gel em xeyal bikin. Xwestin em di nav kirasê ku li me kirine da em bijîn."

Erdogan destnîşan kir ji xeynî biratiyê êrîşî aboriya wan jî kirin û wiha axivî: "Hemd ji Xwedê ra bi gelê xwe ra me rê li ber van êrîşan girt. Îro Tirkiye ji perwerdeyê heta tenduristiyê xwediyê binesaziyeke zexm e."

Serokomar Erdogan dgot ku digel hemû êrîşan hê jî aboriyeke me ya bi hêzdarî li ser lingên xwe disekine heye.

Erdogan destnîşan kir gel wan kesên ku gel gazî kuçeyan kirin û li Diyarbekirê 53 ewledên wan kuştin ji bîr nake û ew ê ji bîr neke jî û wiha peyivî: "Em hetanî dawiyê teqîbdarên vê ne. Em nikarin van berdin. Heke em berdin şehîdên me ew ê li alema ebedî hesabê vê ji me bipirsin." 

Serokomar Erdogan der barê dayikên li Diyarbekirê li ber HDPyê çalakiya rûniştinê dikin da wiha axivî: "Heger îro dayikên zarokên wan derxistine çiyê li Diyarbekirê li ber xwe didin sedemeke wê heye. Ji mirinê natirsin û bi ser da diçin. Dibêjin 'Heta zarokên me neyên em ji vir naçin.' Ez bangî Qendîlê dikim. Ez bangî kesên li ber û li pişt rêxistinên terorê ne û alîkariya siyasî didin jî dikim. Heger li vî welatî li kujeran digerin hewce nake li navnîşana wan bigerin. Ev ketine nav parlamentoyê."

Erdogan diyar kir kesên difikirin ku bi tehdîdên eşkere û veşartî berdêlê bi wan bidin dayîn û hesabê vê dikin bira bizanibin ku bi karekî berhewa ra mijûl dibin û wiha got: "Yên berê çi gotine, 'Ji mirinê wêdatir cî tuneye'. Vî miletî di 15ê Tîrmehê da nîşan da ku ji mirinê jî natirse." 

Serokomar Erdogan der barê Lijneya Giştî ya 74emîn ya Neteweyîn Yekbûyî da wiha peyivî: "Der heqê geşedanên li welatê xwe, li herêma xwe û dinyayê da çi difikirin, ji çi bawer dikin û dixwazin çi bikin em ê bi eşkereyî li ber nûnerên hemû dewletan bibêjin. Bi veşartî û girtî na, em ê bi eşkereyî bibêjin. Di hevdîtinên dualî yên bi serokên dewletan ra jî em ê bi eşkereyî ji wan ra van tiştan bibêjin."

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da wiha got: "Helbet berdêla vê meydanxwendina mezin a Tirkiyeyê heye lêbelê dema me biryar da ku li vê derê bijîn ji xwe me hemû berdêl dabûn ber çavên xwe, em miletekî wisa ne."

"Li ser sînor hemû amadehiyên me temam bûne"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Li ser sînor hemû amadehiyên me temam bûne û melûm e Amerîka şirîkê me yê stratejîk e. Di NATOyê da em bi hev ra ne û salên dûr û dirêj e me ev şirîkatiya xwe ya stratejîk di her şert û mercî da domandiye. Em îro jî di heman helwestê da ne. Em naxwazin bi Amerîkayê ra bên pêşberî hev, lê li dereke ku Amerîka nehatiye vexwendin alîkariya ku dide rêxistinên terorê em nikarin piştguh bikin. Alîkariya ku didin rêxistinên terorê yên mîna YPG/PKKyê bi eşkereyî li meydanê ye."

Erdogan beriya ji bona beşdarî Lijneya Giştî ya 74emîn ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe here Amerîkayê li Mala Mêvanan ya Dewletê ya Balafirgeha Ataturk di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.

Serokomar Erdogan der barê hevdîtinên li Lijneya Giştî ya 74emîn ya NYê da wiha got: "Di roja ewil da 24ê Îlonê roja sêşemê ez ê xitabî Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bikim. Di axaftina xwe da ez ê der heqê meseleyên sereke yên ewlehî û aştiya navneteweyî da ku di rojeva Neteweyên Yekbûyî da ne behsa fikr û ramanên me bikim."

Erdogan destnîşan kir ji bona wezîfeya Serokatiya Lijneya Giştî ya 75emîn ya Neteweyîn Yekbûyî ku heyamên Îlona 2020-Îlona 2021an dikevin berê namzedê Tirkiyeyê Balyoz Volkan Bozkir e.

Serokomar Erdogan diyar kir li ser sînor hemû amadehiyên wan temam bûne û wiha axivî: "Melûm e Amerîka şirîkê me yê stratejîk e. Di NATOyê da em bi hev ra ne û salên dûr û dirêj e me ev şirîkatiya xwe ya stratejîk di her şert û mercî da domandiye. Em îro jî di heman helwestê da ne. Em naxwazin bi Amerîkayê ra bên pêşberî hev, lê li dereke ku Amerîka nehatiye vexwendin alîkariya ku dide rêxistinên terorê em nikarin piştguh bikin. Alîkariya ku didin rêxistinên terorê yên mîna YPG/PKKyê bi eşkereyî li meydanê ye."

Serokomar Erdogan ji bona hewldanên li rojhilatê Feratê tên kirin wiha got: "Em ê van deran ji rêxistinên terorê yên ku me aciz dikin û li herêma me pirsgirêkan derdixin paqij bikin. Baweriya me ev e."

Erdogan got ku gavên li bakur û li rojhilatê bakurê Sûriyeyê bên avêtin bawer dikim ku wê derbeyeke mezin li rêxistina terorê bixe.

Erdogan destnîşan kir niha li herêmê DEAŞ li ber qendandinê ye û wiha peyivî: "Niha jî rêxistineke çêkirî hatiye derxistin. Jê ra dibêjin Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Yanê HSD. Ev xapandinek e. Ev kiresekî nû ye. Ferqa wê jî ji PYD û YPGyê tuneye. Em dikarin jê ra bibêjin rêxistina terorê ya çadirê."

Serokomar Erdogan li ser pirsa der heqê mijara Patrîotan da got ku ev mijar hê li ser maseyê ye.

Erdogan ji bona gotina "Dinya ji pêncan mezintir e" got ku divê ev ne tenê şertê Tirkiyeyê be divê ev şertê ewil yê hemû mirovahiyê û endamên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî be.

Serokomar Erdogan destnîşan kir Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî nikare meseleya Îsraîlê çareser bike û wiha axivî: "Sala 1948an û rewşa niha em tê da ne eşkere ye. Nikare meseleya Îsraîlê çareser bike. Îsraîl biryarên Neteweyên Yekbûyî qebûl nake. Bira cewaba vê bidin. Li gor axa Îsraîlê ya 1948an ez vê dibêjim, ev eynî Îsraîl e?"

Erdogan diyar kir wexta gotinek ji devê Îsraîlê derkeve divê ew gotin li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî neyê qebûlkirin û got ku hewce bike divê Konseya Neteweyên Yekbûyî bi temamî qebûl neke, mesele ev e.

Serokomar Erdogan çû Amerîkayê

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî civînên giştî yên Lijneya Giştî ya 74an a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku dê li New Yorkê were lidarxistin bibe çû Amerîkayê.

Serokomar Erdogan piştî civîna çapemeniyê ya li Mala Mêvanan a Dewletê ya Balafirgeha Ataturk di saet 14.15an da bi teyareya "TC-TRK"yê firî New Yorkê.

Fuat Oktayê Alîkarê Serokomar, Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî, Mustafa Varankê Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê, Bekir Pakdemirliyê Wezîrê Çandinî û Daristanan, Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristiyê, Omer Çelîkê Berdevkê AK Partiyê, Fatma Betul Sayana Alîkara Serokê Giştî yê AK Partiyê, Alî Yerlîkayayê Waliyê Stenbolê, Mustafa Çalişkanê Midûrê Ewlekariya Stenbolê, Ahmet Hamdî Çamliyê Parlamenterê AK Partiyê, Bayram Şenocakê Serokê Bajêr ê Stenbolê yê AK Partiyê û eleqedarên din Erdogan rêwî kirin.

Berat Albayrakê Wezîrê Xezîne û Darayiyê, Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî, Murat Kurumê Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê, Ruhsar Pekcana Wezîra Bazirganiyê, Fahrettîn Altunê Serokê ragihandinê, Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê û Emîne Erdogana xanima Erdogan pê ra çûn Amerîkayê. 

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.