Tirkiye

Di Projeya Xaniyên Sedsalê da vê hefteyê li 9 parêzgehên din jî peşk dê bê avêtin

Ayşe Karaosmanoğlu  | 18.01.2026 - Rojanekırın : 18.01.2026
Di Projeya Xaniyên Sedsalê da vê hefteyê li 9 parêzgehên din jî peşk dê bê avêtin

Ankara

Murat Kurumê Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê ragihand ku di Projeya Xaniyên Sedsalê da vê hefteyê li 9 parêzgehên din jî peşk dê bê avêtin û xwediyên xaniyan dê bên diyarkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, peşkavêtinên Projeya Xaniyên Sedsalê yên ji hêla TOKÎyê tên çêkirin, 3 hefte derbas bûn.

Di çarçoveya projeyê da peşkavêtinê di 29ê Berfanbarê da dest pê kir. Bi merasima ku îro li Erzinganê hat kirin, peşavêtina ji bo 23 parêzgehan kuta bû.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku heya 25ê Rêbendanê roja Yekşemê dê li parêzgehên Şanliurfa, Trabzon, Tokat, Amasya, Manîsa, Kastamonu, Sêwas, Aydin û Gîresûnê peşkavêtina ji bo 45 hezar û 909 xaniyên civakî temam bibe.

Bi vî awayî di 25ê Rêbendanê da hejmara parêzgehên ku peşkavêtina wan dê temam bibe, dê derkeve 32yan û hejmara xaniyên ku xwediyên wan dê diyar bibe jî dê derkeve 121 hezar û 265an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.