Tirkiye

Di Projeya Xaniyên Sedsalê da vê hefteyê li 7 parêzgehên din jî peşk dê bê avêtin

Fatma Sevinç Çetin  | 08.02.2026 - Rojanekırın : 08.02.2026
Di Projeya Xaniyên Sedsalê da vê hefteyê li 7 parêzgehên din jî peşk dê bê avêtin

Ankara

 Murat Kurumê Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê ragihand ku di çarçoveya Projeya Xaniyên Sedsalê da vê hefteyê li 7 parêzgehên din jî peşk dê bê avêtin û xwediyên xaniyan dê bên diyarkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, peşkavêtinên Projeya Xaniyên Sedsalê yên ji hêla Rêveberiya Xaniyên Komî (TOKÎ) tên çêkirin, 6 hefte derbas bûn.

Pêvajoya peşkavêtinê ya ku di 29ê Berfanbarê da dest pê kir, duh li Kirikkaleyê bi peşkavêtina ji bo 1736 xaniyan û li Yalovayê jî ji bo 1805 xaniyan va dewam kir.

Her wiha heta niha li 50 parêzhehan li hizûra noteran xwediyên 177 hezar û 126 xaniyên civakî hatin diyarkirin.

Wezîr Kurum li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bernameya peşka hefteya 2-8ê Sibatê parve kir û wiha got:

"Çawa me 455 hezar xanî temam kirin û teslîm kirin, bi heman awayî em niha jî bi 500 hezar xaniyî va welatiyên xwe dikin xwedî hêlîn. Di Projeya Xaniyên Sedsalê da salname kar dike. Li 50 parêzgehên me peşk kuta bûn. Heta niha me xwediyên 177 hezar xaniyan diyar kirin. Vê hefteyê li 7 parêzgehên me yên din jî kelecaniya peşkê heye. Bi kutabûna peşkavêtinê ra danîna xîman dê dest pê bike û em ê ji Adara 2027an û pê va dest bi teslîmkirina xaniyan bikin."

Vê hefteyê li 7 parêzgehan bi tevahî ji bo 25 hezar û 985 xaniyan peşk dê bê avêtin. Bi vî awayî di 15ê Sibatê da hejmara parêzgehên ku peşkavêtina wan dê temam bibe, dê derkeve 57an û hejmara xaniyên ku xwediyên wan dê diyar bibe jî dê derkeve 203 hezar û 111an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.