Di Projeya Xaniyên Sedsalê da vê hefteyê li 6 parêzgehên din jî peşk dê bê avêtin
Ankara
Murat Kurumê Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê ragihand ku di çarçoveya Projeya Xaniyên Sedsalê da vê hefteyê li 6 parêzgehên din jî peşk dê bê avêtin û xwediyên xaniyan dê bên diyarkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, peşkavêtinên Projeya Xaniyên Sedsalê yên ji hêla Rêveberiya Xaniyên Komî (TOKÎ) tên çêkirin, 8 hefte derbas bûn. Pêvajoya peşavêtinê ku di 29ê Berfanbarê da dest pê kirin, duh li Bursayê bi diyarkirina 17 hezar û 225 xwedîmafan va dewam kir.
Di vê çarçoveya da di navbera 29ê Berfanbarê û 22yê Sibatê da li Adiyeman, Şirnex, Hekarî, Sêrt, Wan, Mêrdîn, Agirî, Batman, Îdir, Bidlîs, Qers, Mûş, Erdexan, Antalya, Bîngol, Tunceli, Gumuşhane, Bayburt, Artvin, Rize, Erzurum, Malatya, Erzincan, Şanliurfa, Trabzon, Tokat, Amasya, Manisa, Sivas, Kastamonu, Aydin, Giresun, Kilis, Sinop, Nigde, Ordu, Aksaray, Karabuk, Samsun, Nevşehir, Bartin, Elazig, Kayseri, Zonguldak, Kirşehir, Duzce, Kahramanmaraş, Afyonkarahisar, Yalova, Kirikkale, Yozgat, Kutahya, Bilecik, Çankiri, Bolu, Tekirdag, Balikesir, Kocaeli, Eskişehir, Karaman, Konya, Sakarya, Mersin, Kirklareli, Diyarbekir, Edene, Çanakkale, Gazîentab û Bursayê peşavêtin temam bûn.
Bi vî awayî li 69 parêzgehan li hizûra noteran xwediyên 312 hezar û 290 xaniyên civakî hatin diyarkirin.
Wezîr Kurum jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bernameya peşka hefteya 23yê Sibatê-1ê Adarê parve kir û wiha got, "Heta niha me li 69 parêzgehan xwediyên 312 hezar û 290 xaniyan diyar kirin. Vê hefteyê li 6 parêzgehên me yên din jî kelecaniya peşkavêtinê heye. Merasimên peşkavêtinê çawa kuta bibin, em ê bilez dest bi danîna xîman bikin. Înşelah hedefa me ew e ku em mifteyên ewil di Adara 2027an da teslîm bikin."
Vê hefteyê li 6 parêzgehan bi tevahî ji bo 19 hezar û 543 xaniyan peşk dê bê avêtin. Bi vî awayî di 1ê Adarê da hejmara parêzgehên ku peşkavêtina wan dê temam bibe, dê derkeve 75 û hejmara xaniyên ku xwediyên wan dê diyar bibe jî dê derkeve 331 hezar û 833yan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
