Di Projeya Xaniyên Sedsalê da vê hefteyê li 11 parêzgehên din jî peşk dê bê avêtin
Ankara
Murat Kurumê Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê ragihand ku di çarçoveya Projeya Xaniyên Sedsalê da vê hefteyê li 11 parêzgehên din jî peşk dê bê avêtin û xwediyên xaniyan dê bên diyarkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, peşkavêtinên Projeya Xaniyên Sedsalê yên ji hêla Rêveberiya Xaniyên Komî (TOKÎ) tên çêkirin yên ku di 29ê Berfanbarê da dest pê kirin, di 13ê Sibatê roja Înê dewam kirin û di vê çarçoveyê da li Tekîrdagê ji bo 6 hezar û 865, li Balikesirê ji bo 7 hezar û 548 û li Kocaeliyê jî ji bo 10 hezar û 340 xaniyan peşk hatin avêtin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku heta niha li 58 parêzhehan li hizûra noteran xwediyên 213 hezar û 451 xaniyên civakî hatin diyarkirin.
Wezîr Kurum jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bernameya peşka hefteya 16-22yê Sibatê parve kir û wiha got, "Em gav bi gav dewam dikin. Heta niha me li 58 parêzgehên xwe peşkên 213 hezar û 451 xaniyan kuta kirin. Vê hefteyê jî li 11 parêzgehên me yên din kelecaniya 98 hezar û 839 malbatên me ya xaniyan heye. Sedsala Tirkiyeyê bi hêlînan bilind dibe."
Vê hefteyê li 11 parêzgehan bi tevahî ji bo 98 hezar û 839 xaniyan peşk dê bê avêtin. Bi vî awayî di 22yê Sibatê da hejmara parêzgehên ku peşkavêtina wan dê temam bibe, dê derkeve 69an û hejmara xaniyên ku xwediyên wan dê diyar bibe jî dê derkeve 312 hezar û 290î.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
