Di Projeya Xaniyan a Sedsalê da vê hefteyê xwediyên 71 hezar û 799 xaniyên din jî wê bên diyarkirin
Ankara
Di çarçoveya Projeya Xaniyan a Sedsalê ya ku ji hêla Wezarata Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê tê meşandin da vê hefteyê li Enqere, Îzmir, Hatay û Muglayê xwediyên 71 hezar û 799 xaniyên din jî wê bi rêya peşkavêtinê bên diyarkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, di peşkavêtina Projeya Xaniyan a Sedsalê ya ku ji hêla Serokatiya Rêveberiya Avakirina Xaniyan (TOKÎ) tê çêkirin da 9 hefte derbas bûn.
Peşkavêtina ku di 29ê Çileya Pêşîn da dest pê kiribû, di 27ê Sibatê roja înê bi peşkavêtina li Edirne, Denizlî û Osmaniyeyê va dewam kir.
Di vê çarçoveyê da, di navbera 29ê Çileya Pêşîn a 2025an û 1ê Adarê da li Adiyeman, Şirnex, Hekarî, Sêrt, Wan, Mêrdîn, Agirî, Batman, Îdir, Bidlîs, Qers, Mûş, Erdexan, Antalya, Bîngol, Tuncelî, Gumuşhane, Bayburt, Artvîn, Rize, Erzirom, Meletî, Erzincan, Manîsa, Sêwas, Kastamonu, Aydin, Gîresun, Kilîs, Sînop, Nîgde, Ordu, Aksaray, Karabuk, Samsun, Nevşehir, Bartin, Elezîz, Qeyserî, Zonguldak, Kirşehir, Duzce, Kahramanmaraş, Afyonkarahîsar, Yalova, Kirikkale, Yozgat, Kutahya, Bîlecîk, Çankiri, Bolu, Tekirdag, Balikesîr, Kocaelî, Eskîşehir, Karaman, Konya, Sakarya, Mêrsîn, Kirklarelî, Diyarbekir, Edene, Çanakkale, Gazîentab, Bursa, Uşak, Isparta, Burdur, Edirne, Denîzlî û Osmaniyeyê peşkavêtin temam bûn.
Bi vî awayî li 75 bajaran bi tevayî xwediyên 331 hezar û 833 xaniyan li pêş noter hatin diyarkirin.
Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê Murat Kurum li ser hesabê xwe yê medyaya civakî salnameya peşkavêtinê ya hefteya 2-8ê Adarê parve kir.
Kurum wiha got: "Em di peşkavêtina ji bo Projeya Xaniyan a Sedsalê da nêzîkî dawiyê tên. Heta niha me li 75 bajaran xwediyên 331 hezar û 833 xaniyan diyar kir. Vê hefteyê li Enqere, Îzmir, Hatay û Muglayê kelecana peşkavêtinê heye. Em ê xwediyên 71 hezar û 799 mifteyên din diyar bikin û kêfxweşiya wê bi miletê xwe ra parve bikin."
Merasima peşkavêtinê ya ji bo Enqereyê wê roja sêşemê li Navenda Kongre û Çandê ya Beştepeyê ya Serokomariyê çêbibe.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîr Kurum jî wê beşdarî vê merasimê bibin.
Di peşkavêtinê da xwediyên 31 hezar û 73 xanîyên li Enqereyê wê bên diyarkirin.
Wezîr Kurum wê roja înê jî beşdarî merasima peşkavêtinê ya li Hatayê bibe.
