Tirkiye

Di Projeya Xaniyan a Sedsalê da vê hefteyê li 10 bajarên din jî pişk wê bên avêtin

Fatma Sevinç Çetin  | 01.02.2026 - Rojanekırın : 01.02.2026
Di Projeya Xaniyan a Sedsalê da vê hefteyê li 10 bajarên din jî pişk wê bên avêtin

Ankara

Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê Murat Kurum derbarê Projeya Xaniyan a Sedsalê da got vê hefteyê li 10 bajarên din jî pişk wê bên avêtin.

Li gorî agahiyên Wezaretê, di pişkavêtina Projeya Xaniyan a Sedsalê ya ku ji hêla Serokatiya Rêveberiya Avakirina Xaniyan (TOKÎ) tê meşandin da 5 hefte derbas bûn.

Pişkavêtina ku di 29ê Çileya Pêşîn da dest pê kiribû duh bi pişkavêtina 10 hezar û 385 avahiyan va dewam kir.

Di vê çarçoveyê da, di navbera 29ê Çileya Pêşîn û 31ê Çileya Paşîn da li Adiyeman, Şirnex, Hekarî, Sêrt, Wan, Mêrdîn, Agirî, Batman, Îdir, Bidlîs, Qers, Mûş, Erdexan, Antalya, Bîngol, Tuncelî, Gumuşhane, Bayburt, Artvîn, Rîze, Erzirom, Meletî, Erzîncan, Şanliurfa, Trabzon, Tokat, Amasya, Manîsa, Sêwas, Kastamonu, Aydin, Gîresun, Kilîs, Sînop, Nîgde, Ordu, Aksaray, Karabûk, Samsûn, Nevşehir û Bartinê pişk hatin avêtin.

Bi vî awayî li 41 bajaran bi tevayî xwediyên 144 hezar û 258 xaniyên civakî li pêş noteran hatin diyarkirin.

Wezîr Kurum li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bernameya pişkavêtinê ya hefteya 2-8ê Sibatê parve kir û wiha got: "Li 11 bajarên me 455 hezar xanî temam bûn û niha bi Projeya Xaniyan a Sedsalê va em li ser 500 hezar xanîyên civakî dixebitin. Bi slogana 'Tirkiyeya Xwediyê Xanî' me li 41 bajaran pişk avêtin û xwediyên 144 hezar û 258 xaniyan diyar kirin. Di hefteya nû da ji bo 10 bajarên me kelecana me ya pişkavêtinê dest pê dike."

Li gorî bernameya hefteya nû sibê li Elezîzê ji bo 3 hezar û 825 xaniyan, roja sêşemê 3yê Sibatê li Qeyseriyê ji bo 7 hezar û 562 xaniyan, li Zonguldakê ji bo 1872 xaniyan, roja çarşemê 4ê Sibatê li Kirşehirê ji bo 1633 xaniyan, li Duzceyê ji bo 2470 xaniyan, roja pêncşemê 5ê Sibatê li Kahramanmaraşê ji bo 8 hezar û 195 xaniyan, li Afyonkarahisarê ji bo 4 hezar û 370 xaniyan, roja înê 6ê Sibatê li Osmaniyeyê ji bo 2 hezar 990 xaniyan û roja şemiyê 7ê Sibatê li Yalovayê ji bo 1805 xaniyan û li Kirikkaleyê jî ji bo 1736 xaniyan pişk wê bên avêtin.

Bi vî awayî, di hefteya 2-8ê Sibatê da bi tevahî xwediyên 36 hezar û 458 xaniyên din ên civakî wê bên diyarkirin.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di salvegera 3yemîn ya erdhejên 6ê Sibatê yên ku navenda wan Kahramanmaraş bû da li Osmaniyeyê wê beşdarî merasima bîbîranînê ya bi navê "Hêza Tirikeya Min Binêhêre" bibin. Pişkavêtina xaniyan wê di vê merasimê da çêbibe.

Di merasimê da şehîdên erdhejê wê bi xwendina Qur'anê û diayan va bên bibîranîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.