Di Projeya Xaniyan a Sedsalê da pişk wê sibê bên avêtin
Ankara
Ji bo 500 hezar xaniyên ku wê li 81 bajaran di çarçoveya Projeya Xaniyan a Sedsalê da bên çêkirin, pişkavêtina ewil wê sibê çêbibe.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kirin, Rêveberiya Avakirina Xaniyan (TOKÎ) wê bi serkêşiya Wezareta Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê ji bo welatiyên dahata wan kêm e xaniyan çêbike ku ew bikaribin bi şert û mercên erzan bibin xwedî xanî.
Bi dirûşmeya "Xwediyê Xanî Tirkiye" wê li 81 bajaran 500 hezar avahî bên çêkirin.
Serîlêdanên ji bo projeyê, di 10ê Mijdarê da dest pê kir û di 19yê Çileya Pêşîn da qediya.
Qasî 8 milyon û 800 kesî serî lê da û ji wan 5 milyon û 300 serîlêdan hatin qebûlkirin.
Herî zêde ji Stenbol, Enqere û Îzmirê serîlêdan çêbû.
Ji bo herêma erdhejê kontenjaneke zêde hat veqetandin.
- Pişkavêtina ewil wê ji bo Adiyemanê be
Ji bo projeyê pişkavêtin wê sibê dest pê bike û heta 27ê Sibatê dewam bike.
Pişkavêtina ewil wê ji bo avahiyên li Adiyemanê çêbibe.
Tê payîn ku teslîmkirina ewil ya avahiyan li herêma erdhejê di sala 2026an da, li bajarên din jî di Adara 2027an da were kirin.
Xanî wê ji sedî 10 pêşin û heta 240 mehan teqsîtan va ji bo firotanê werin pêşkêşîkirin.
Di projeyê da 200 hezar xanî wê bi awayekî 80 mêtroqere û 2+1 ode, 150 hezar xanî bi 65 mêtroqere û 2+1 ode, yên mayî 150 hezar jî bi 55 mêtroqere û 1+1 ode bên çêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
