Di payîzê de serdanên Muzeya Zeugmayê zêde bûn

Gaziantep
Li Gazîentabê Muzeya Zeugmayê ku di serî de mozaîka "Keça Qereçî" mazûvaniya gelek berhemên ku li cîhanê navdar in, dike, di payizê de serdanên wê zêde bûn.
Muzeya ku sala 2011an ji aliyê Wezareta Çand û Geştiyariyê ve li ser qadeke bi qasî 30 hezar donimî hat çêkirin, di serê wan cihên ku herî zêde têne ziyaretkirin de tê.
Di muzeyê de ku xwedî "Xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariyê" ye, ji ber turên GAPê ku di payîzê de zêde bûn, ji aliyê gelek kesan ve tê ziyaretkirin.
Rêveberê Muzeya Gazîentabê Ozgur Çomak bi bîr xist ku ji ber erdhejên 6ê sibata îsal muze 74 rojan girtî ma.
Çomak anî ziman ku di payizê de tur gelekî zêde bûn û wiha pê de çû:
"Heta di rojek û nîvê de 2 hezar 200 kesî... Ev reqem wê dide nîşandan ku par di heman serdemê de em gihiştibûnê. Dîsan bi awayekî zêde eleqe ji bo Zeugmayê tê nîşandan. Îsal demên ku muze girtî bû jî tê da jimara ziyaretvanan derket 128 hezaran. Hedefa me dora 750 hezarî bû, lê di dawiya îsal da înşellah em ê cardin reqamên 250 hezarî bibînin. Di sala 2024an da heke afatên derasayî tunebin, jimara ziyaretvanan wê zêdetir bibin."
Çomak diyar kir ku par 440 hezar kesan muze ziyaret kir.
Sena Karataş Ozturka ku ji Amerîkayê seba ziyareta muzeyê hatiye, wiha got, "Dîtina berhemên mozaîq tiştekî muezem e. Kesên ku li derveyî welêt dijîn, bi taybetî çand û berhemên Tirkan pir meraq dikin. Divê Zeugma jî bibînin."
Ji ziyaretvanan Resûl Can jî got ku wan muze meraq kir û hatin, wan muze û berhem pir ecibandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.