Di Otorêya Marmaraya Bakur da otobusa rêwiyan li bariyeran xist, 4 kes mirin û 26 kes birîndar bûn

Istanbul
Di Otorêya Marmaraya Bakur da otobusa rêwiyan li bariyeran xist û di encamê da 4 kes mirin, 26 kes birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan a fîrmaya Tokat Yildizi ya ji Tokatê diçû Tekîrdagê, li navçeya Sancaktepeyê li tanga Taxa Paşakoyê li bariyeran xist.
Li ser îxbarê ekîbên polês, tenduristî û îtfaiyeyê bo cihê qezayê hatin verêkirin.
Di qezayê da 4 kes mirin û 26 kes birîndar bûn.
Birîndar bi destê ekîbên tenduristiyê bo nexweşxaneyên nêzîk hatin veguhestin ku tedawiya 24an jê didome, ya 2yan temam bû.
Piştî ku otobus bi vîncê ji ser rê hat rakirin, rê cardin ji trafîqê ra vebû.
Ji aliyekî din va di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ya têkildarî qezayê da ajokarê otobusê hat binçavkirin.
- Ji Walîtiya Stenbolê daxuyanî
Di daxuyaniya Walîtiya Stenbolê da jî hat destnîşankirin ku di saet 06.15an da di Otorêya Stenbol-Marmaraya Bakur da li navçeya Sancaktepeyê li tanga Taxa Paşakoyê otobusa rêwiyan a ji Tokatê ber bi îstiqameta Tekîrdagê diçû, ji ber ku dîreksiyonê serî ji ajokar sitand, li bariyeran qelibî. Di daxuyaniyê da her wiha hat diyarkirin ku der heqê qezayê da lêpirsîn hat destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.Kuzey Marmara Otoyolu'nda yolcu otobüsünün bariyerlere çarpması sonucu ilk belirlemelere göre 3 kişi yaşamını yitirdi, 20 kişi yaralandı https://t.co/W3puM4GB1d pic.twitter.com/zPzgdzW1SQ
— Anadolu Ajansı (@anadoluajansi) August 18, 2025