Di operasyonên li dijî FETOyê da 169 şikbar hatin girtin
Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên dijî FETOyê yên li 42 bajaran hatin kirin da 169 şikbar hatin binçavkirin.
Wezîr Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku bi kordînasyona serdozgeriyên komarê, Serokatiya Daîreya TEMê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê û Serokatiya Îstixbaratê li 42 bajaran ji hêla midûriyetên ewlehiyê û midûriyetên şaxa TEMê li dijî FETOyê operasyon hatin kirin.
Yerlîkaya destnîşan kir ku di van operasyonan da 169 şikbar hatin girtin ku navên wan di îfade û teşxîsên di çarçoveya lêpirsînên FETOyê da derbas dibin, der barê wan da cezayên hebsê hatine dayîn û qeydên wan ên lêgerînê hene.
