Tirkiye

Di operasyonên li dijî DEAŞa rêxistina terorê da 39 şikbar hatin girtin

Yasemin Kalyoncuoğlu  | 16.06.2025 - Rojanekırın : 16.06.2025
Di operasyonên li dijî DEAŞa rêxistina terorê da 39 şikbar hatin girtin

Ankara

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyand ku di operasyonên li dijî DEAŞa rêxistina terorê yên ku li 18 hatin kirin da 39 şikbar hatin girtin.

Wezîr Yerlikaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku serdozgeriyên komarê, Serokatiya Daîreya TEMê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û fermandariyên cendirmeyan ên bajêran bi hev ra xebitîn ku operasyon bên kirin.

Yerlîkaya anî ziman di encama xebatên da li Edene, Bursa, Çankiri, Çorum, Denîzlî, Eskîşehir, Hatay, Stenbol, Kahramanmaraş, Kastamonu, Qeyserî, Kilîs, Kocaelî, Osmaniye, Sakarya, Samsun, Şanliurfa û Tekirdagê li dijî DEAŞa rêxistina terorê operasyon hatin kirin.

Wezîr Yerlîkaya daxuyand hat tesbîtkirin ku şikbarên hatine girtin endamên DEAŞa rêxistina terorê ne, alîkariya aboriyê dane saziyên qaşo alîkariyê yên bi rêxistinên terorê ra eleqedar in û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî propagandaya rêxistina terorê kirine.

Yerlîkaya wiha got: "Me di operasyonên ku di 2 hefteyên dawî ji hêla cendirmeyên xwe va li 18 bajaran li dijî DEAŞa rêxistina terorê kir da 39 şikbarên endamên rêxistina terorê girtin. Di encama operasyonan da gelek belgeyên rêxistinî û materyalên dîjîtal hatin bidestxistin."

Yerlîkaya serdozgeriyên komarê, fermandariyên cendirmeyan ên bajêran û cendirmeyan pîroz kir ku wan operasyonan bi serkeftî kirine û wiha got: "Li dijî terorê yekîtî, hevgirtin û hevrabûn hêza me ya herî mezin e. Em ji bo pêkanîna aramî û ewlehiya gelê xwe bênavber operasyonên xwe didomînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın