Di operasyonên dijî sûcên sîberê da 89 berşik hatin tewqûfkirin

Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku li 9 parêzgehan di operasyonên dijî sûcên "şertgirtina dereqanûnî, sextekarî û têketina pergalên înformatîk" 144 berşik hatin qefaltin û ji van 89 jî hatin tewqûfkirin.
Wezîr Yerlîkaya di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku di kordîneya serdozgeriyên komarê û Serokatiya Daîreya Sûcên Sîberê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê da ji hêla midûriyetên şaxa dijî sûcên sîberê yên fermandariyên cendirmeya parêzgehê va li Stenbol, Mêrsîn, Gîresun, Hatay, Kastamonu, Bursa, Eskişehir, Edene û Bîlecîkê operasyon hatin lidarxistin.
Yerlîkaya bal kişand ku di operasyonên dijî sûcên "şertgirtina dereqanûnî, sextekarî û têketina pergalên înformatîk" da 144 berşik hatin qefaltin ku di hesabên wan ên banqeyê da 8,3 milyar lîre razandin û şandina pere hat tesbîtkirin. Yerlîkaya diyar kir ku ji van berşikan 89 jê hatin tewqûfkirin, ji bo 33yan biryara kontrola edlî hat dayîn û miemeleyên berşikên mayîn jî didomin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.