Tirkiye

Di operasyonên dijî rêxistinên sûcên organîze yên li 6 bajaran da 20 şikbar hatin qefaltin

Eylül Aşkın Akçay  | 25.08.2025 - Rojanekırın : 25.08.2025
Di operasyonên dijî rêxistinên sûcên organîze yên li 6 bajaran da 20 şikbar hatin qefaltin

Ankara

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyand ku di operasyonên dijî rêxistinên sûcên organîze yên li 6 bajaran hatin kirin da 20 şikbar hatin qefaltin, ji wan 11 kes hatin girtin.

Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê NSosyalê ragihand ku cendirmeyan navend Sînop li 6 bajaran dijî rêxistina sûcê ya organîze ya ku serokatiya wê H.Y. dike operasyon kirin.

Wezîr Yerlîkaya daxuyand tevî serokê rêxistinê 20 şikbarên ku di hesabên wan de 643 milyon lîre hebû hatin qefaltin.

Yerlîkaya got ji şikbaran 11 kes hatin girtin û ji bo 9 kesan jî biryara tevdîrên kontrola edlî hat dayîn.

Wezîr Yerlîkaya anî ziman di operasyonên navend Sînop, li Mêrsîn, Edene, Elezîz, Gazîentab û Hatayê hatin kirin da hat tesbîtkirin ku şikbaran 325 welatî ji ber vîdeo û dîmenan mexdûr kirine û ji ber vê wan dest daye li ser 472 hesabên bankayê.

Yerlîkaya wiha got: "Hat tesbîtkirin ku şikbaran bi rêya hesabên xwe yên medyaya civakî vîdeo û wêneyên ne durist ên welatiyên me tomar kirine. Bi rêya medyaya civakî xwe wekî parêzer nîşan dane, bi welatiyên mexdûr ra têkilî danîne û ji wan xwestine ku ew pereyan bişînin hesabên bankayên ku hatine diyarkirin. Paşê wan qezencên neqanûnî yên ku bi vê rêyê bi dest xistine veguhastine hesabên krîptoyê. Dozgeriyên me der barê van kesan da lêpirsîn dan destpêkirin."

Yerlîkaya Walîyê Sînopê, Serdozgeriya Komarê ya Sînopê, Serokatiya Daîreya KOMê ya Cendirmeyan, Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr ê Sînopê, cendirmeyan û xebatkarên MASAKê pîroz kir û got têkoşîn û operasyonên wan wê bi biryarî dewam bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.