Tirkiye

Di operasyonên dijî qumarê da 32 şikbar hatin girtin

Şeyma Güven  | 06.08.2025 - Rojanekırın : 06.08.2025
Di operasyonên dijî qumarê da 32 şikbar hatin girtin

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên dijî qumarê da 32 şikbar hatin girtin.

Wezîr Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku bi operasyonên ku navend Tokat e û li Edene, Enqere, Stenbol, Antalya, Aksaray, Edirne, Kahramanmaraş, Elezîz, Meletî, Mêrsîn û Sakaryayê hatin kirin 32 şikbar hatin girtin.

Yerlîkaya destnîşan kir ku di hesabên 14 şikbarên serkirde da di navbera salên 2022 û 2025an de 6 milyar û 33 milyon û 860 hezar lire hecma danûstendinê hatiye tespîtkirin.

Wezîr Yerlîkaya got hesabên bankayê yên şikbaran, îfadeyên wan, dîmenên kamerayan ên şaxên bankayan û danûstendina pereyên krîptoyê yên bi malpera qumarê ya neqanûnî ra têkildar e hatin vekolîn.

Yerlîkaya anî ziman pereyê qumarê ji hêla 159 hesabdaran va hatiye komkirin û piştî ku ji gelek kes û merheleyan derbas bûye di dawiyê da çûye ber destê şikbarên rêvebir û wiha dewam kir: "Hat tespîtkirin ku di hesabên bankayê yên 14 şikbarên rêvebir da di navbera salên 2022 û 2025an da 3 milyar û 989 milyon û 498 hezar lire, di hesabên cuzdanê yên krîptoyê da 2 milyar 44 milyon û 361 hezar lire, bi tevahî 6 milyar û 33 milyon û 860 hezar lire hecma danûstandinê çêbûye."

Wezîr Yerlîkaya daxuyand di operasyonan da gelek pere û materyalên dijîtal hatin bidestxistin û dest danîn ser 3 wesayît û 2 avahiyên ku bihayê wan qasî 20 milyon lire ye jî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın