Di operasyonên dijî hişbirê yên ku li 24 bajaran hatin kirin da, 144 şikbar hatin girtin
Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyand ku di operasyonên nav 10 rojan da li 24 bajaran dijî kesên ku hişbirê difroşin hatin kirin da, 144 şikbar hatin girtin.
Wezîr Yerlîkaya li ser hesabê xwe NSosyalê daxuyand ku di nav 10 rojan da li 24 bajaran dijî kesên ku hişbirê difroşin operasyon hatin kirin û di van operasyonan da tonek û 124 kîlo madeya hişbirê û milyonek û 826 hezar hebên hişbirê hatin bidestxistin.
Yerlîkaya anî ziman ku di operasyonan da 144 şikbar hatin girtin û wiha dewam kir: "Bi kordîneya Serdozgeriyên me yên Komarê û Serokatiya me ya Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîkê ya EGMyê, midûriyetên me yên ewlehiyê yên bajêr li Stenbol, Gazîentab, Hekarî, Kirklarelî, Wan, Erzirom, Diyarbekir, Bidlîs, Sêrt, Kutahya, Aydin, Bursa, Hatay, Îzmir, Enqere, Konya, Samsun, Manîsa, Tekirdag, Qeyserî, Artvîn, Kastamonu, Çorum û Kirikkaleyê operasyon kirin. Ev têkoşîna me ya li dijî hişbirê, têkoşîna parastina ciwanên me ye ku ew temînata dahatûya me ne."
