Di operasyonên dijî DEAŞê da 51 gumanbar hatin girtin
Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand di operasyonên dijî DEAŞê da 51 gumanbar hatin girtin.
Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê NSosyalê da diyar kir ku operasyonên hevdem ên ku di du hefteyên dawî da li 33 parêzgehan hatine kirin, bi dawî bûne.
Yerlîkaya diyar kir ku 233 gumanbarên ku di nav rêxistina terorê ya DEAŞê da xebitîne û berê fînanse dane rêxistinê ji hêla polêsan va hatin binçavkirin û da zanîn ku 51 ji wan gumanbaran hatine girtin, ji bo 24 ji wan hukmên kontrola edlî hatine sepandin û ji bo yên din jî karûbarên edlî berdewam in.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
