Di operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê da 153 şikbar hatin qefaltin

Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, li 28 bajarî di operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê da 153 şikbar hatin qefaltin.
Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku li Edene, Antalya, Aydin, Bursa, Çankiri, Çorum, Eskîşehir, Gazîenteb, Hatay, Stenbol, Îzmir, Kahramanmeraş, Kastamonu, Kirşehir, Kocaelî, Kutahya, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mugla, Nevşehir, Osmaniye, Sakarya, Samsun, Şanliurfa, Tekirdag, Yalova û Zonguldakê dijî DEAŞê operasyon hatine kirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya destnîşan kir di operasyonên li 28 bajarî da 153 şikbar hatine qefaltin.