Tirkiye

Di operasyonên "Bozdogan-17"yê yên dijî DEAŞê da 147 şikbar hatin girtin

Yusuf Soykan Bal  | 26.03.2024 - Rojanekırın : 26.03.2024
Di operasyonên "Bozdogan-17"yê yên dijî DEAŞê da 147 şikbar hatin girtin

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku li 30 bajarî di operasyonên "Bozdogan-17"yê yên dijî DEAŞa rêxistina terorê da 147 şikbar hatin girtin.

Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî destnîşan kir ku di navbera 1ê Hezîrana 2023yan û 25ê Adara 2024an da li dijî DEAŞa rêxistina terorê 1329 operasyon hatin lidarxistin û di van operasyonan da 2 hezar û 919 şikbar hatin girtin.

Wezîr Yerlikaya diyar kir ku ji kesên hatin girtin jê 692 kes hatin girtin, der barê 531 kesan da biryara kontrola adlî hat dayîn û kar û barên adlî yên 187 kesan jî dewam dike.

Yerlikaya daxuyand ku li Adiyeman, Antalya, Batman, Bîngol, Bolu, Bursa, Denîzlî, Diyarbekir, Erzirom, Elezîz, Stenbol, Gîresun, Hatay, Qeyserî, Kirikkale, Kirşehîr, Kilîs, Kocaelî, Konya, Kutahya, Ordu, Meletî, Mêrsîn, Sakarya, Samsun, Şanliurfa, Tokat, Trabzon, Yalova û Yozgatê operasyon hatin kirin.

Wezîr Yerlikaya got, hat tesbîtkirin ku ev şikbarên di operasyonan da hatin girtin di nav rêxistinê da berpirsyar in û ji bo rêxistina terorê aboriyê peyda dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın