Di operasyona Pencik-Kilîdê da eskerek şehîd ket
Hat ragihandin ku di Operasyona Pencik-Kilîdê da Eskerê Bipeyman ê Peyade Selman Guler ji ber teqîna teqemeniya bidestçêkirî ya ku terorîstan bi cî kiribû şehîd ket û 3 esker birîndar bûn.
Ankara
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da ev hatin gotin:
"Li herêma Operasyona Pencik-Kilîdê eskerê me yê qehreman Eskerê Bipeyman ê Peyade Selman Guler ji ber teqîna teqemeniya bidestçêkirî ya ku terorîstan bi cî kiribû şehîd ket û 3 esker birîndar bûn. Eskerên birîndar demildest rakirin nexweşxaneyê û tedawiya wan dest pê kiriye. Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê ezîz ê ku di vû bûyera em gelekî xemgîn kirin da jiyana xwe ji dest da bike, serê malbata wî ya dilsoj, Artêşa Tirkiyeyê û gelê me yê ezîz sax be, em ji bo birîndarên xwe jî şifaya xêrê dixwazin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.