Di operasyona li Stenbolê da 750 hezar hebên hişbirê hatin bidestxistin

Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya ragihand ku di operasyona li Stenbolê da 750 hezar hebên hişbirê hatin bidestxistin û 3 berşik hatin qefaltin.
Yerlikaya di parvekirina li ser hesabê xwe yê NSosyalê da diyar kir ku di çarçoveya xebatên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Narkotîkê û Midûriyeta Şaxa Îstixbaratê ya Ewlekariyê Stenbolê da li navçeyên Esenler û Bagcilarê li dijî wesayîtek û 4 navnîşanan operasyon hat kirin.
Yerlikaya destnîşan kir ku di operasyonê da di lêgerîna wesayît û kargehan da di hundirê 30 qoliyan da 750 hezar hebên hişbirê hatin bidestxistin û 3 berşik hatin qefaltin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.