Tirkiye

Di Operasyona Eren Abluka-18yê da 2 esker şehîd ketin, eskerek jî birîndar bû

Ahmet Sertan Usul  | 23.06.2022 - Rojanekırın : 24.06.2022
Di Operasyona Eren Abluka-18yê da 2 esker şehîd ketin, eskerek jî birîndar bû

Ankara

 Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di Operasyona Eren Abluka-18yê ya li Liceya navçeya Diyarbekirê dewam dike da ji ber pevçûna bi terorîstan ra 2 esker şehîd ketin, eskerek jî birîndar bû.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, ji bo berterefkirina terorîstên PKKyî Taxa Goçerê ya Liceya navçeya Diyarbekirê duh "Operasyona Eren Abluka-18yê ya Onbaşî Dogan Dagci" hat destpêkirin.

Hat gotin di operasyonê da bi terorîstan ra pevçûn derket, Cendirmeyê Serefser Çawîşê Biqidem Oguzhan Arduç, Çawişê Pispor ê Cendirme Turgut Îçen û Cendirmeyê Pispor ê Onbaşî Mustafa Can Akdogan birîndar bûn.

Hat daxuyandin Çawîş Arduç li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê, Çawîş Îçen jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Daxqapiyê şehîd ketin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ezîz bike, serê malbatên wan yên dilsoj sax be. Ji bo personelê me yê birîndar jî em şifayê dixwazin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın