Di operasyona dijî sûcê şertgirtina dereqanûnî da 27 berşik hatin tewqûfkirin
Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya ragihand ku ji 42 berşikên di operasyonên ekîbên cendirmeyê yên li 23 parêzgehan yên dijî sûcê şertgirtina dereqanûnî da hatin binçavkirin, jê 27 berşik hatin tewqûfkirin.
Wezîr Yerlikaya di parvekirina li ser hesabê xwe yê NSosyalê da diyar kir ku operasyon di kordîneya Serdozgeriya Komarê ya Batmanê û her wiha serokatiya daîreyên Cendirmeyê yên Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze û Dijî Sûcên Sîberê da li 23 parêzgehan hatin lidarxistin.
Yerlikaya bal kişand ku di operasyonan da 42 berşik hatin qefaltin ku di sal û nîvekê da di hesabên wan da hecma miemeleyan a bi 6 milyar û 182 milyon lîreyî heye. Yerlikaya destnîşan kir ku ji van berşikan 27 jê hatin tewqûfkirin û der heqê 15an da jî hukmên kontrola edlî hatin sepandin.
Yerlikaya di parvekirina xwe da cih da dîmenên operasyonan jî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
