Tirkiye

Di operasyona dijî PKK-KCK/PYD/YPGya rêxistina terorê ya ku navenda wê Şanliurfa ye da 13 gumanbar hatin girtin

Cebrail Caymaz  | 30.04.2024 - Rojanekırın : 01.05.2024
Di operasyona dijî PKK-KCK/PYD/YPGya rêxistina terorê ya ku navenda wê Şanliurfa ye da 13 gumanbar hatin girtin Terör örgütü PKK-KCK/PYD/YPG'ye yönelik Şanlıurfa merkezli operasyonda 13 şüpheli yakalandı

Şanlıurfa

ŞANLIURFA (AA) - Şanliurfa navend li 5 bajaran dijî PKK-KCK/PYD/YPGya rêxistina terorê operasyon hat kirin û di operasyonê da 13 gumanbar hatin binçavkirin.

Bi kordîneya Serokatiya Daîreya Dijî Terorê (TEM), ekîbên Midûriya Şaxa TEMê ya Fermandariya Cendirmeya Wîlayeta Şanliurfayê û ekîbên Midûriya Şaxa Îstixbaratê ji bo tesbîtkirina fealiyetên PKK-KCK/PYD/YPGya rêxistina terorê yên nav welêt û derveyî welêt û seba deşîfrekirin û girtina endamên rêxistinê xebat da destpêkirin.

Di encama xebatê da hat tesbîtkirin ku 11 jê ji Sûriyeyê bi tevahî 15 gumanbaran li ser navê rêxistina terorê fealiyetên rêxistinî meşandine, ji rêxistinê ra çek û muhîmat peyda kirine û li ser navê rêxistinê qûryetî kirine. Di çarçoveya agahdarkirina Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê da ji bo girtina gumanbaran li Şanliurfa, Hatay, Mêrsîn, Stenbol û Bursayê di heman demê da ser navnîşanên tesbîtkirî operasyon hat kirin.

Di operasyonê da gumanbar H.A, E.E, M.O, M.Ç, A.C, A.A, A.E.A.A, S.O, H.A, Î.E, H.A, H.E, H.K. hatin binçavkirin. Ji bo girtina 2 gumanbarên din xebat dewam dikin.

Di lêgerîna navnîşana van kesan da 2 çekên lûledirêj, mawzerek, demançeyek, tivingeke nêçîrê, 271 fîşeng, 3 şarjorên çekên lûledirêj, şarjoreke demançeyê, bêtêleke destan û 30 materyalên dîjîtal hatin bidestxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.