Di operasyona dijî sûcên sîberê da 204 berşik hatin qefaltin
Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya ragihand ku di operasyona dijî sûcên sîberê da ku 5 roj in didomin, 204 berşik hatin qefaltin.
Wezîr Yerlikaya di parvekirina li ser hesabê xwe yê NSosyalê da diyar kir ku tevî Enqere, Stenbol û Îzmirê li 24 parêzgehan li dijî sûcên "mustehcenî û taciza zarokan a online, sextekarî, şertgirtina dereqanûnî" operasyon hatin lidarxistin.
Yerlikaya bal kişand, di operasyonan da yên ku di kordîneya MASAK û Serokatiya Daîreya Dijî Sûcên Sîberê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê da ji hêla midûriyetên şaxa dijî sûcên sîberê yên midûriyetên ewlekariya parêzgehan hatin kirin, 68 berşik hatin tewqûfkirin, der heqê 30 berşikan da biryara kontrola edlî hat dayîn û yên mayîn jî miemeleyên wan didomin.
Yerlikaya her wiha di parvekirina xwe da cih da dîmenên operasyonan jî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
