Tirkiye

Di operasyona "Bozdogan-30"yê da 147 şikbarên rêxistina terorê ya cudaxwaz hatin girtin

Şaduman Türkay  | 28.04.2024 - Rojanekırın : 29.04.2024
Di operasyona "Bozdogan-30"yê da 147 şikbarên rêxistina terorê ya cudaxwaz hatin girtin

Ankara

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên "Bozdogan-30" yên li 29 bajaran dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz hatin kirin da 147 şikbar hatin girtin.

Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku bi kordînasyona Serdozgeriyên Komarê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê, li Adiyeman, Agirî, Aydin, Burdur, Diyarbekir, Edirne, Erzirom, Gazîentab, Gîresun, Hatay, Stenbol, Kocaelî, Kilîs, Osmaniye, Rîze, Sêrt, Tekîrdag, Mêrsîn, Enqere, Antalya, Denîzlî, Elezîz, Îzmir, Manîsa, Mêrdîn, Sêwaz, Şanliurfa, Şirnex û Wanê dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz operasyonên "Bozdogan-30"yê hatin kirin.

Wezîr Yerlîkaya daxuyand ku di operasyonan da 147 şikbar hatin girtin û wiha got: "Ez dixwazim bila gelê me yê hêja bizane ku em salê 365 roj, 4 demsal, 12 meh, şev û roj bi cendirme û polêsên xwe va operasyonan dikin. Têkoşîna me ya dijî terorê heta terorîstê dawî bê berterefkirin wê bi biryardarî dewam bike."

Yerlîkaya diyar kir hat tesbîtkirin ku şikbaran li ser hesabên xwe yên medyaya civakî propagandaya rêxistina terorê kirine, sûcên endamtiya rêxistina terorê, alîkarî û piştgiriya rêxistinê kirine û anî ziman ku di operasyonên da gelek fîşekên bê ruxset, tivingên fîşekan, bombeyên destan ên plastîk, melzemeyên dijîtal û belgeyên rêxistinê hatin bidestxistin û hêzên ewlehiyê yên ku operasyon kirine jî pîroz kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın