Tirkiye

Di operasyonên li dijî FETOyê da 81 şikbar hatin girtin

Yasemin Kalyoncuoğlu  | 12.01.2026 - Rojanekırın : 12.01.2026
Di operasyonên li dijî FETOyê da 81 şikbar hatin girtin

Ankara

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên li dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ku navenda wan Stenbol, Enqere, Îzmîr, Diyarbekir û Balikesîr e da 81 şikbar hatin girtin.

Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê NSosyalê daxuyanî da û diyar kir, li gorî agahiyên materyalên dîjîtal ku ji şahidekî veşartî hatin standin, bi serkêşiya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê, Serokatiyên KOM û Îstixbaratê û Serdozgeriyên Komarê operasyon hatin kirin.

Wezîr Yerlîkaya got ku operasyon li Stenbol, Enqere, Diyarbekir, Balikesîr, Bîlecik, Bursa, Erzîncan, Hatay, Îzmir, Qeyserî, Kutahya, Manîsa, Mugla, Sêwas, Şanliurfa û Rîzeyê hatin kirin û xebatkarên qamuyê jî di nav da 81 şikbar hatin girtin.

Yerlîkaya diyar kir ku şikbaran bernameya ragihandinê ya veşartî ya rêxistinê ByLock bi kar anîne, di şirketên girêdayî rêxistinê da qeydên wan hebûne û di nav "sazûmaniya ewlehiyê ya veşartî" ya FETOyê da li gorî hiyerarşiyê di asteke berpirsiyar da xebitîne.

Wezîr Yerlîkaya daxuyand, li gor tesbîtê endamên rêxistinê û mensûbên ewlehiyê bi hev ra têkildar bûne û di navbera wan da civînên rêxistinî hatine lidarxistin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın