Di operasyonên dijî hişbirfiroşan da 940 şikbar hatin qefaltin

Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, li 70 bajarî di operasyonên 10 roj e dijî hişbirfiroşan didomin da 940 şikbar hatine qefaltin.
Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku dijî hişbirfiroşan bi beşdariya hezar û 420 ekîb, 3 hezar û 550 personel, 13 wasiteyên asîmanî û 49 kûçikên narkotîk, 10 roj operasyon hatine kirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya destnîşan kir ku li 70 bajarî di operasyonên dijî hişbirfiroşan da 940 şikbar hatine qefaltin û 565 kîlogram hişbir û 357 hezar û 180 hebên hişbirê hatine desteserkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.