Tirkiye

Di operasyonên dijî FETOyê yên li 46 parêzgehan da 361 gumanbar hatin girtin

Hüseyin Cem Dağıstanlı  | 27.06.2025 - Rojanekırın : 27.06.2025
Di operasyonên dijî FETOyê yên li 46 parêzgehan da 361 gumanbar hatin girtin

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand di operasyonên dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da yên ku li 46 parêzgehan hatin lidarxistin, 361 gumanbar hatin girtin.

Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî da destnîşan kir ku di nava 2 hefteyan da, Stenbol, Enqere û Îzmîr jî di nav da li 46 parêzgehan li dijî FETOyê operasyon hatin lidarxistin.

Yerlîkaya ragihand ku di operasyonan da 361 kes hatine girtin û wiha pê da çû:

"Gumanbarên ku hatin girtin ji sucên weke çalakbûna di nava 'pêkhateya rojane, pêkhateya mehrem a eskerî, pêkhateyên fînans û perwerdeya rojane ya FETOya rêxistina terorê da, peywendîdanîna bi berpirsên di nava rêxistinê da bi telefonên ankesorî, bikaranîna 'BylLock" a bernameya ragihandina krîpto ya rêxistinê, li ser medyaya civakî propagandaya rêxistina terorê, herwiha hîlebaziya di çarçoveya lêpirsînên ezmûnên munferît da, lêgerîna wan hebû."

Yerlîkaya herwiha destnîşan kir di operasyonan da yên ku qeyda wan a lêgerînê û cezayê wan ên hebsê hebûn ku navên wan di îfade û teşxîsên di çarçoveya lêpirsînên dijî FETOyê derbas dibin, jî hatine girt.

Yerlîkaya spasiya yên ku operasyon li dar xistin û piştevanî dan jî kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.