Di operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê da 92 gumanbar hatin girtin
Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, di operasyonên ku li 22 bajaran dijî DEAŞa rêxistina terorê hatin kirin da 92 gumanbar hatin girtin.
Wezîr Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê NSosyalê daxuyanî da û diyar kir, 92 gumanbarên ku ji DEAŞa rêxistina terorê ra fînansê peyda dikin û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî propagandaya rêxistina terorê kirin, di operasyonên ekîbên cendirme da hatin girtin û operasyonan 2 hefteyan dewam kir.
Yerlîkaya wiha dewam kir:
"Di kordîneya Serdozgeriyên me yên Komarê û Serokatiya Daîreya TEMê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan da Fermandariyên Cendirmeya Bajaran li Adana, Aksaray, Antalya, Bursa, Çanakkale, Çankiri, Diyarbekir, Gazîentab, Hatay, Stenbol, Îzmir, Kayserî, Kirikkale, Kirşehir, Kocaelî, Konya, Meletî, Mêrsîn, Osmaniye, Sêrt, Tekirdag û Yozgat di serî da bi tevahî li 22 bajaran di nava 2 hefteyên dawî da operasyon hatin kirin. Li her herêma welatê me ji bo pêkanîna hizûr û îstiqrarê em 365 rojên salê, şev û roj operasyonên xwe didomînin. Ez spasiya kedkaran dikim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
