Di operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê da 51 şikbar hatin qefaltin

Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê da 51 şikbar hatine qefaltin.
Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê NSosyalê daxuyanî da û diyar kir ku dijî kesên endamên DEAŞê ne, têkiliya wan bi rêxistinê ra heye, saziyên alîkariyê yên rêxistinê fînanse kirine û li ser hesabên medyaya civakî propagandaya rêxistinê kirine operasyon hatine kirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku li Edene, Adiyeman, Amasya, Enqere, Antalya, Balikesir, Çanakkale, Çankiri, Çorum, Diyarbekir, Erzirom, Gazîentab, Hekarî, Hatay, Îdir, Isparta, Stenbol, Îzmir, Kirikkale, Kirşehir, Kilîs, Kocaelî, Konya, Mêrsîn, Mugla, Nevşehir, Nîgde, Osmaniye, Şanliurfa, Tekirdag, Tokat û Zonguldakê di operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê da 51 şikbar hatine qefaltin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.