Tirkiye

Di nîvê ewil ê rojê da germahiya herî zêde bi 46,9 pileyî va li Kurtalana navçeya Sêrtê hat pîvan

Ayşe Karaosmanoğlu  | 30.07.2025 - Rojanekırın : 30.07.2025
Di nîvê ewil ê rojê da germahiya herî zêde bi 46,9 pileyî va li Kurtalana navçeya Sêrtê hat pîvan

Ankara

 Li giştiyê welêt ku germahiya hewayê di ser asta pileyên asayî yên demsalê da ye, heya nîvro li 19 parêzgehan germahî ji 40 pileyî derbas bû.

Li gorî daneyên li ser malpera Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li giştiyê welêt germahiya hewayê 6 yan jî 12 pileyî di ser asta pileyên asayî yên demsalê da ye.

Di vê serdemê da ku li Tirkiyeyê germahiya hewayê li gorî gelek herêmên Ewropayê zêdetir e, di navbera saet 09.00 û 13.00an da li 19 parêzgehan germahî di ser 40 pileyî da hat pîvan.

Germahiya herî zêde bi 46,9 pileyî va li Kurtalana navçeya Sêrtê hat pîvan. Bi 46 pileyî va Nisêbîna Mêrdînê û bi 45,7 pileyî va jî Civîra navçeya Şirnexê li dû wê hatin.

Parêzgehên ku germahiya hewayê derket ser 40 pileyî ev in:

PARÊZGEH/NAVÇEGERMAHÎ (C°)
Adiyeman, Kahta43,9
Enqere, Kalecik40
Batman, Kozluk45,1
Çorum, Kargi40,9
Diyarbekir, Sûr45
Elazig, Palo41,3
Erzincan, Navend42,2
Gazîentab, Karkamiş44
Gumuşhane, Navend40
Îdir, Aralik40,1
Kirikkale, Delice40
Kilîs, Elbeyli40,2
Meletî, Doganyol42,4
Mêrdîn, Nisêbîn46
Sêrt, Kurtalan46,9
Şanliurfa, Ceylanpinar45,2
Şirnex, Cizîr45,7
Tuncelî, Navend40,3
Yozgat, Yerkoy40,9
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın