Tirkiye

Di navbera bankeyên navendî yên Tirkiye û MYEyê da peymana swapê hat îmzekirin

Belgin Yakışan Mutlu  | 19.01.2022 - Rojanekırın : 19.01.2022
Di navbera bankeyên navendî yên Tirkiye û MYEyê da peymana swapê hat îmzekirin

Istanbul

 Di navbera Bankeya Navendî ya Komara Tirkiye (TCMB) û Bankeya Navendî ya Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban (MYE) da beramberî 18 milyar dîrhem û 64 milyar lireyî peymana swapê hat îmzekirin.

Li gorî daxuyaniya TCMByê, mezinahiya nomînal a peymana swapê wekî dualî di asta 18 milyar dîrhem û 64 milyar lireyî de pêk hat.

Peymana ku armanca wê, pêşxistina bazirganiya di navbera herdu welatan da ye, dê 3 salan derbasdar be.

Peyman her wisa bi lihevkirina dualî va dê bikaribin dirêj bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın