Tirkiye

Di nav 4 mehan de 32 milyonî zêdetir rêwî ji balafirgehên Stenbolê çûn û hatin

Ji Balafirgehên Ataturk û Sabîha Gokçenê îsal di çar mehên ewil de hejmara rêwiyên çûn û hatin bû 32 milyon û 218 hezar û 911 kes

Türkan Tosun  | 21.05.2018 - Rojanekırın : 22.05.2018
Di nav 4 mehan de 32 milyonî zêdetir rêwî ji balafirgehên Stenbolê çûn û hatin

Istanbul

ÎSTANBUL 

Ji Balafirgehên Ataturk û Sabîha Gokçenê îsal di çar mehên ewil de hejmara rêwiyên çûn û hatin 4 milyon û 845 hezar û 581zêde bû û bû 32 milyon û 218 hezar û 911 kes.

Li gor daneyên Şîrketa Meydanên Esmanî ya Dewletê (DHMÎ) îsal di mehên çileya paşîn, sibat, adar û nîsanê de hejmara rêwiyên ku ji herdu balafirgehan derbas bûn li gor heman heyama par zêde bû.

Îsal di çar mehên ewil de hejmara rêwiyên ku di nav welêt de çûn û hatin bû 6 milyon û 291 hezar û 876, hejmara rêwiyên ku çûn dervayî welêt û hatin jî bû15 milyon û 225 hezar û 546 kes. Bi tevahî 21 milyon û 517 hezar û 422 rêwiyan ev balafirgeh bi kar anîn.

Li balafirgeha Sabîha Gokçenê îsal di çar mehên ewil de hejmara rêwiyên çûn û hatin bû 10 milyon û 701 hezar û 489 kes. Ji van 7 milyon û 238 hezar û 92 kesan seferên di nav welêt de bi kar anîn, 3 milyon û 463 hezar û 397 kes jî çûn dervayî welêt.

Li bajêr hejmara rêwiyên ku ji herdu balafirgehan çûn û hatin bû 32 milyon û 218 hezar û 911 kes.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın