Tirkiye

Di nav 30 mehî da 6 hezar û 717 terorîst hatin berterefkirin

Ji destpêka sala 2016an vir da li tevahiyê Tirkiyeyê di operasyonên dijî rêxistinên terorê da 276ê wan payebilind bi tevahî 6 hezar û 717 terorîst hatin berterefkirin.

26.05.2018 - Rojanekırın : 27.05.2018
Di nav 30 mehî da 6 hezar û 717 terorîst hatin berterefkirin

Ankara

ANKARA

Ji destpêka sala 2016an vir da li tevahiyê Tirkiyeyê di operasyonên dijî rêxistinên terorê da 276ê wan payebilind bi tevahî 6 hezar û 717 terorîst hatin berterefkirin.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir di çarçoveya operasyonên li dijî rêxistinên terorê yên ku bi destê cendirmeyên herekata taybet, polêsên herekata taybet, cendirmeyên komando hatin kirin da di sala 2016an da 31 hezar û 283, di sala 2017an da 51 hezar û 798, di sala 2018an da jî hetanî nika 26 hezar û 172 operasyon li çil û çiyan hatin kirin.

Bi destê hêzên ewlekariyê di sala 2016an da 895, di sala 2017an da hezar û 807, di sala 2018 da hetanî 25ê gulanê 649 sitargeh û kozikên wan hatin îmhekirin.

Hêzên ewlekariyê di operasyonên sala 2016an da hezar û 719ê wan kuştî, hezar û 533yê wan sax, 506ê wan jî teslîmbûyî bi tevahî 3 hezar û 758 terorîst berteref kirin.

Di sala 2017an da jî hêzên ewlekariya di operasyonan da hezar û 150ê wan kuştî, 689ê wan sax, 469ê wan jî teslîmbûyî bi tevahî 2 hezar û 308 terorîst berteref kirin.

- Di operasyonên îsal da 651 terorîst hatin berterefkirin

Hêzên ewlekariya di operasyonên sala 2018an da jî 197ê wan kuştî, 237ê wan sax, 217ê wan jî teslîmbûyî bi tevahî 651 terorîst berteref kirin.

Di salên 2016, 2017 û 2018an da hêzên ewlekariyê di operasyonên li dijî PKK, DEAŞ, FETO/PDY û rêxistinên terorê yên cepgir da gelek terorîst berteref kirin û gelek şikbarên terorê jî teslîmî edaletê kirin.

Li gor vê di çarçoveya operasyonên hatin kirin da bi tevahî 77 hezar û 900 kesên ku di operasyonên salên 2016, 2017 û 2018an da hatin binçavkirin bi biryara dadgehê hatin girtin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın