Tirkiye

Di meha hezîranê da 43 hezar û 259 rêwiyan Balafirgeha Şerafettîn Elçî bi kar anî

Abidin Yel  | 31.07.2025 - Rojanekırın : 02.08.2025
Di meha hezîranê da 43 hezar û 259 rêwiyan Balafirgeha Şerafettîn Elçî bi kar anî

Şırnak

 Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya Şirnexê di meha borî da xizmet da 43 hezar û 259 rêwiyan.

Li gorî daxuyaniya balafirgehê, Rêveberiya Giştî ya Kargêriya Qadên Asîmanî ya Dewletê ya ser bi Wezareta Veguhastin û Binesaziyê, îstatistikên meha borî parve kir.

Di mehê hezîranê da hatûçûna rêwiyan li xeta navxweyî weke 43 hezar û 259, hejmara balafirên ku daketine balafirgehê di xetên navxweyî da weke 696 hat eşkerekirin. Barê ku hat kişandin jî weke 504 ton hat ragihandin.

Di 6 mehên pêşîn yên îsal da, hatûçûna rêwiyan gihîşt 201 hezar û 490î, hejmara hatûçûna balafiran gihîşt 3 hezar û 370î û rêjeya barê ku hat kişandin jî gihîşt 2 hezar û 23 tonan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.