ANKARA
Saziyên belavkirina sotemeniyê bihayê benzînê 8-9 quriş, bihayê mazotê jî 8-10 quriş erzan kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir, li Enqereyê bihayê benzînê ji 4,29-4,27 lîreyî daket 4,20-4,19 lîreyî. Li Stenbolê bihayê benzînê ji 4,25 lîreyî daket 4,16-4,17 lîreyî, li Îzmirê bihayê benzînê ji 4,27-4,28 lîreyî daket 4,18-4,20 lîreyî.
Bihayê mazotê jî li Enqereyê ji 3,86-3,85 lîreyî daket 3,76-3,77 lîreyî, li Stenbolê ji 3,78 lîreyî daket 3,68-3,69 lîreyî, li Îzmirê 3,77-3,78 lîreyî daket 3,67-3,70 lîreyî.
Bihayê ku saziyên belavkirina sotemeniyê eşkere kirin li gor bajar û bajarokan hinekî ferq dike.